Ji berpirsê Artêşa Îranê bersiveke tund bo Trump
PeyamaKurd - Cîgirê Koordînator û Serokê Giştî ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê Amîral Hebîbullah Seyyarî, di bernameyeke taybet a televizyonî de bal kişand ser pêgeha stratejîk a Îranê ya li herêmê hêzên çekdar a ji bo parastina sînoran piştrast kir.
Seyyarî di destpêka axaftina xwe de sersaxî da gelê Îranê û diyar kir ku welatê wan ji ber pozîsyona xwe ya cografî xwediyê 2 hezar û 700 kîlometre xeta peravê ye.
Amîral Seyyarî bi bîr xist ku derya ji bo welatan çavkaniyeke bingehîn a hêz û refahê ne û ji sedî 90ê bazirganiya cîhanî bi rêyên deryayî tê kirin; loma divê Îran ji vî potansiyelî û çavkaniyên enerjiyê zêdetir sûdê wergire.
Seyyarî keştiya şer a bi navê "Cemaran" ku hilberîna navxweyî ye, wekî mînakeke serkeftî ya şiyanên neteweyî nîşan da û got ku avakirina keştiyên bi vî rengî nîşaneya wê yekê ye ku pisporên îranî tevî hemû ambargo û astengiyan dikarin rûmeta gelê xwe biparêzin.
Amîral Seyyarî bersivên tund da gefên Amerîkayê û îdiayên Serokê Amerîkayê Donald Trump û got: "Axa Îranê hêla sor a 90 milyon îranî ye." Seyyarî da zanîn ku dijmin her dem hewl dide bi rêya şerê pîskolojîk û zanyariyên çewt moralê gel xera bike, lê di qadê de tu hêz nikare cesareteke weha nîşan bide.
Seyyarî axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Dijmin şerê pîskolojîk dimeşînin, lê di qadê de cesareta wan tune ye ku eskerekî bi tenê jî li peravên Îranê bi cih bikin. Jiber ew pir baş dizanin ku eger şaşiyeke wiha bikin, dê bikevin nav dojeheke wisa ku tu carî nikaribin jê derkevin."