Cîhan
Ji Bin Selman daxuyaniya flas li ser Îsraîlê
PeyamaKurd - Welîehdê Erebistana Siûdiyê Mûhemmed Bin Selman der heqê Îsraîlê de got: "Heqê neteweya Cihû heye ku li ser erda xwe bibin xwedî dewlet."
Welîehdê Siûdiyê di hevpeyvîna xwe ya Kovara The Atlantica Amerîkayê de bereksê gelek dewletên Misilman daxuyaniyeke balkêş li ser Îsraîlê da.
Bin Selman wiha nirxandin kir:
"Ez bawer dikim ku xelkê Cihû xwedî wî heqî ye ku netew dewletekê ava bike û li ser axa bavûkalan bijî. Filîstînî û Îsraîlî dikarin dewleta xwe ava bikin. Lê ji bo îstiqrar û têkiliyên normal bo herkesî lazim e em peymana aştiyê çêkin."