TR KU SO
FB X
Cîhan

Ji bo 24ê Hezîranê anketeke balkês!

Admin V
Nivîskar
📅 11 hezîran 2018 16:53

PeyamaKurd- Ji bo hilbijartina 24ê Hezîranê ya Serokomariya Tirkiyê her roj hinek anket têne weşandin. Herî dawî jî wekîlê CHPê Mehmet Bekaroglu anketeke balkêş weşand.

Wekîlê CHPê Mehmet Bekaroglu Ji bo hilbijartina 24ê Hezîranê ya Serokomariya Tirkiyê anketek weşand û got ku vê anketê li derekê binivîsin û bila ti kes jî nexeyîde. Li gorî anketa Bekaroglu Tifaqa Cumhûrê (Erdogan-Bahçeli) dihele û Tifaqa Milletî (Muharrem İnce-Meral Akşener-Temel Karamollaoglu) bilind dibe.

Li gorî anketa wekîlê CHPê Mehmet Bekaroglu di hilbijartina 24ê Hezîranê de rêjeya rayên partiyan wiha ye:

AKP: %40.3

MHP: %4.7

CHP: %27.2

İP: %10.8

HDP: %12.3

SP: %4.4

Li gorî anketa wekîlê CHPê Mehmet Bekaroglu di hilbijartina 24ê Hezîranê de rêjeya rayên namzetên serokomariyê jî wiha ye:

Recep Tayyip Erdogan: %45.6

Muharrem İnce: %32.2

Selahattin Demirtaş: %10.7

Meral Akşener: %8.2

Temel Karamollaoglu: %3.1

Dogu Perinçek: %0.2

Parve bike: