TR KU SO
FB X
Cîhan

Ji bo bi çeteyan re têbikosin li El Salvadorê 1.100 km2 cîh dorpêç kirin

Admin M
Nivîskar
📅 03 tebax 2023 02:29

PeyamaKurd – Li welatê El Salvadorê hukumet bi çeteyên adî re têdikoşe û ji bo bi wan re serî derê, li herêma Cabanasê ku çete zêdetir xwe li wê derê vedişêrin, 1.100 km2 yan arazî bi 8 hezar hêzên asayîşê ve dorpêç kirin.

Serokê dewleta El Salvadorê Nayib Bukele ji par de bi çeteyan re têdikoşe û li ser tesbîtkirina cihê wan ê 1.100 km2 bi 7 hezar esker û hezar polîsan ve deverê dorpêç kiriye. Bukele di ser hesabê xwe yê medya civakî de ragihand ku ji sala borî heya niha li dora 70 hezar kesan girtine û ne hewceye ku tûrîst û ziyaretvan bitirsin.

Dema hêzên asayîşê li bajaran zorê dan çeteyan, çete xwe dane devera navborî û li ser agahî sitendine ku çete li wê deverê xwe vedişêrin, dest bi operasyonan kiriye. Bukele ragihand ku 420 roj welatê wan bê kuştin rojên xwe derbas kirine û El Salvador bûye welatê herî bi ewle yê qit’a Amerîkayê.

Komelên mafên mirovan her çendîn ragihandin ku kesên sûcên wan nîne jî hatine girtin, li ser gotina wan serokê dewletê Bukele ragihand ku kesên îsbat kirine sûcên wan tineye, yekser wan berdane.

Parve bike: