Cîhan
Ji bo Erdogan Temam an Dewam!
PeyamaKurd- Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ji gelê Tirkiyê pirsî: Ji bo me bes e an hê jî dewam e. Heke gelê me bêje Temam, êdî em ê herin; lê ku bêje dewam, em ê dewam bikin.
Piştî vê axaftinê gelek kesên navdar û nenavdar di derbarê vê axaftinê de fikrên xwe parva kirin. Heta di Twitterê de bi Hastaga “TAMAM”ê nêzîkî du mîlyon twit hatin avêtin. Hastaga “TAMAM”ê di Twitterê de bû yekemîn. “TAMAM”ê ji Tirkiyê û ji dinyayê gelek eleqe dît.
Rojnamevanê Tirk Fatih Portakal jî fikra xwe ya di derbarê mijarê de parve kir û got “TAMAM”.