Cîhan
Ji bo Ferxrîzade du merasîmên cenaze hatin sazkirin
PeyamaKurd – Ji bo Muhsîn Fexrîzade ku 27ê Mijdarê li bajaroka Demawend a Tehranê hatibû kuştin, li bajarên Mehşed û Qûmê merasîmên cenaze hatin sazkirin.
Di merasîmê de malbata Fexrîzade, kesayetên olî, hejmarek rayedarên siyasî beşdarî kirin, lê destûr bo rojnamevanan nehat dayîn.
Biryare cenazeyê Muhsîn Fexrîzade sibe Duşemê li Tehranê bo axê bê spartin.
Zanayê Fizîkê û Serokê Saziya Atomî ya Îranê Muhsîn Fexrîzade roja îna borî di êrîşeke bombeyî û çekdarî de hatibû kuştin ku Îran Îsraîlê tohmetbar dike û gefa tolhildanê dixwe.