Ji bo Minbicê tewra Amerîkayê neguheriye!
PeyamaKurd- Fermandarê Giştî yê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ya girêdayî Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Ebû Adil îdda kir ku Amrîkayê ji wan re soz daye ku kî êrîşî Minbicê bike, Amerîka wê li dijî wan li cem HSDê şer bike.
Piştî ku Opozîsyona Sûriyê û Artêşa Tirkiyê ketine Efrînê de, Tirkiyê got ku êdî hedefa me Minbic e. Piştî vê geşedanê tevgerên leşkerî yên koalîsyonê li Minbicê zêde bûn. Hem Amerîkayê û hem jî Fransayê leşker taqwiyeyî Minbicê kirin.
Ebû Adil wiha berdewam kir: Piştî daxuyaniyên Tirkiyê yên di derbarê Minbicê de, Amerîkayê leşkerên xwe li Minbicê zêdetir kirin. Piştî daxuyaniyên Tirkiyê me ji leşkerên Amerîkayê pirsî û wan jî got: Kî êrîşî Minbicê bike, em ê bersivê bidin û em ê êrîşî wan bikin. Di vê mijarê de bila ti şek û şubhe tune bin.
Ebû Adil got ku em zarokên Minbicê ne, heta dilopek xwîna me heye em ê bajarê xwe biparêzin. Leşkerên Amerîkayê jî dewriyê dikin. Jixwe me hemî amadekariyên xwe temam kirine.