Ji bo parlamenter û siyasetmedarên Iraqî biryara girtinê derket
PeyamaKurd - Li gorî daxuyaniya çavkaniyeke bilind a Ajansa Nûçeyan a Fermî ya Iraqê, di doza gendeliyê ya Wekîlê Berê yê Wezareta Petrolê Ednan Cumeylî de navên çend parlamenter û aliyên siyasî jî derketine holê.
Li ser biryara dadgehê û Desteya Destpakiyê, dest bi ser mal û milkên van kesan de hat girtin û ji bo kesên ku reviyane derveyî welat jî biryara girtinê hate derxistin da ku bo dadgehê bên radestkirin.
Ev operasyon di çarçoveya helmeta mezin a "Serê Sibehê" de tê meşandin ku ji bo têkoşîna li dijî gendeliyê li Iraqê hatibû destpêkirin.
Di encama operasyonên berê yên li ser malên berpirsên bilind de, desthilatan dest danîbû ser bi dehan milyon dolarên neqdî, bi sedan milyar dînarên Iraqî, otomobîlên biha û bi sedan tapoyên milkiyetê.
Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî tekez dike ku ew ê têkoşîna xwe ya bênavber li dijî torên gendeliyê bidomînin.