TR KU SO
FB X
Cîhan

Ji bo pêsveçûna artêsa Tirk bê rawestandin 4 xalên leskerî hatin danîn

Admin H
Nivîskar
📅 04 gulan 2021 21:12

PeyamaKurd - Hêzên pasevanên sînor ên Iraqê ji bo rê li ber pêşveçûnên artêşa Tirkiyê li nav axa Herêma Kurdistanê û Iraqê bigirin, çar xalên çavdêriyê li bajarokê Kanî Masê ava kirin.

Li gorî zanyariyan, çar xalên çavdêriyê yên hêzên pasevanên sînor ên Iraqê li beramber xalên nû yên leşkerî yên Tirkiyê li deverê hatine avakirin.

Hat zanîn ku hêzên pasevanên Iraqê li Serê Hemê, Badok, Girê Golê û Kevirê Guvîn hatine bicihkirin.

Hêjayî gotinê ye, doh jî Wezareta Derve ya Iraqê ji ber operasyonên nav axa Iraqê û Herêma Kurdistanê notaya protestoyê dabû balyozxaneya Tirkiye ya Bexdayê.

Parve bike: