Cîhan
Ji bo sûcên sîberî li 35 bajaran operasyon kirin: 275 kesan binçav kirin
PeyamaKurd – Wezareta karên navxwe ya Tirkiyê ragihand ku di nav 5 rojên dawiyê de, di çarçove ya têkoşîna bi sûcên sîberî re, li 35 bajaran operasyon kirine û heya niha 275 kesan xistine bin çav.
Ji wan kesan, 75 kesî şandine zîndanê û di derbarê 46 kesan de biyara serbestiya bi şertê kontrola edlî dane. Yên mayî sitendina îfadên wan li baregehên asayîşê û edliyan dewam dike.