Ji bo Sûriyê makezagon tê amadekirin!
PeyamaKurd- Şandeya Muzakereyê ya Muxalefeta Sûriyê, lîsteya Komîteya Makezagonê eşkere kir. Di lîstê de du Kurdên ENKSê jî hene. Endamên ENKSê Hewas Egîd û Zehra Muhammed wekî nûnerên Kurdan di lîstê de cihê xwe girtin.
Di derbarê mijarê de Hewas Egîd ji çapemeniya Kurdî re axivî: “Kesên ku hatine hilbijartin, nûnerên heft aliyên siyasî ne. Ev kes li gorî rêjeya nufûsa gelê Sûriyê nehatine hilbijartin.”
Egîd wiha berdewam kir: “Ji bo çareseriya Sûriyê, heta niha pêşveçûneke zêde tune ye. Lewra li ser madeyê makezagonê yên bingehîn, levkirin çênabe. Heta niha 18 made hatine amadekirin û teslîmî Nûnerê Netewên Yekbûyî yê bi navê Staffan de Mistura kirin.
Madeyên ku Kurdan eleqedar dikin ev in:
1-Sûriye, ne dewleteke yeknetew û yekol e.
2-Divê peyva “Ereb” ji navê dewletê were derxistin.
3-Divê mafên gelê Kurd, wekî netewekî ku li welatê xwe dijî; werin parastin.
4-Li herêmên Kurdan, divê zimanê Kurdî, bibe zimanê fermî.
5- Hemî rewş û tevgerên li dijî Kurdan, divê werin rakirin. Ji ber van tevgeran zerara ku gihaye gel, divê were tezmînkirin.