Cîhan
Ji Erdogan banga Destûra nû: Em vê eyba demokratîk rakin
PeyamaKurd - Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, di 158emîn salvegera damezrandina Şûraya Dewletê de li Enqereyê axivî û girîngiya amadekirina destûreke nû û sivîl anî ziman.
Erdogan destnîşan kir ku tevî piştî ‘Kanun-i Esasi’yê çar destûr hatine guhertin jî hesreta miletê Tirk a ji bo destûreke baş bi dawî nebûye.
Erdogan bal kişand ser wê yekê ku du destûrên dawî berhemê derbeyan û mudaxeleyên derhiquqî ne û got: "Rakirina vê eyba demokratîk deynê stûyê siyaseta Tirkiyeyê ye. Divê em destûreke nû, berfireh û azadîxwaz amade bikin da ku demokrasiya xwe ji jêr ber bi jor ve ava bikin."