Ji Erdogan daxuyaniya reforman: Hindik maye bê eskerekirin!
PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, ku ev demeke behsa amadekariyên reforên derbarê hiqûq û aboriyê de dike, ragihand ku projseya reforman gihîştiye asta ku ji raya giştî re were eşkerekirin.
Erdogan di civîneke zindî ya ligel partiya xwe AKPê de got: “Amadekariyên me yên reformên hiqûq û aboriyê de gihîştine asta pêşkeşkirina ji raya giştî re.”
Serokomarê Tirkiyê Erdogan ku piştî krîza Rojhilatê Derya Spî û helwesta Yekîtiya Ewropayê reformên hiqûq û aboriyê xistiye rojeva xwe, ragihand ku ji niha ve rojeva reforman hatiye pêkanîn û got, “Em ê di bicihanîna hedefên xwe de berdewam bin.”
Hêjayî gotinê ye, heta niha Erdogan û AKPê behsa gavên ku di çarçoveya reforman de bên avêtin nekirine û opozîsyona Tirkiyê jî di warê hiqûq û aboriyê de rexneyên tund li deshilatiya AKPê digire.