TR KU SO
FB X
Cîhan

Ji Erdogan sîroveya ‘Êlek Zeran’: Hêvî dikim…

Admin S
Nivîskar
📅 08 berfanbar 2018 21:30

PeyamaKurd - Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan di merasîmeke li Stenbolê de, protestoyên Fransayê yên ‘Elek Zeran’ şîrove kir û got, “Hêvîdarim em li ser dîwaran nivîsa ‘Zilmê bi sala 1789an’ destpê kir, nabînin”.

Erdogan bal kişand ser protestoyên Fransayê û diyar kir, “Hûn tiştên li Ewropayê diqewimin dibînin ne? Ew 15ê Tîrmehê li tiştên ku bi me hatin kirin re bêdeng mabûn. Henekên xwe bi polîsên me kiribûn û gotibûn zilmê dikin, niha binêrin polîsên wan çi dikin. Lê polîsên me bi însaf in.”

Erdogan di berdewamê de got ku ew bi endîşe aloziya li kuçe û kolanên Ewropayê dişopînin û wiha pê de çû: “Hêvî dikim em nivîsa ‘Zilm di 1789an de destpê kir’ nabînin.”

Hêjayî gotinê ye, sala 1879an wekî diroka Şoreşa Fransayê tê zanîn ku sîstema monarşiyê hatiye ruxandin û sîstema dewletên Komarî destpê kiriye û piştî wê şoreşê ji bilî Fransayê gelek dewletên komarî û demokrasiyê bingeha xwe jê girtine.

Parve bike: