TR KU SO
FB X
Cîhan

Ji Fransayê bo 18 welatiyên Siûdî qedexeya seyahetê

📅 23 mijdar 2018 04:04

PeyamaKurd – Wezareta Karên Derve ya Fransayê derbarê 18 welatiyên Erebistana Siûdiyê de biryara qedexekirina seyahetê stend. Herwiha xwest ku kuştina Kaşikçi bê zelalkirin.

Wezareta Karên Derve ya Fransayê bi daxuyaniyekê ragihand, ku qedexeya seyahetê daniye ser 18 welatiyên Erebistana Siûdiyê ku têkiliya wan bi qetla rojnamevan Cemal Kaşikçi re hatiye selmandin.

Fransayê xwest mijar bê zelalkirin ku ev cinayet çawa hatiye kirin û di daxuyaniyê de cih da van gotinan: “Kuştina Cemal Kaşikçi, li dij azadiya çapemeniyê û mafên bingehîn tawaneke pirr mezin e. Em li bendê ne ku berpirsên Siûdiyê derbarê cînayetê de bersiveke zelal û berfireh bidin.

Parve bike: