Cîhan
Ji Guterres daxuyaniya Xezzeyê
PeyamaKurd – Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres, li ser biryara Konseya Ewlekariyê ya derbarê Xezzeyê de daxuyanî da.
Guterres got ku biryara NY ya bi jimar 2712 (2023) mixabin ji cîbicîkirinê gelekî dûr e û got, divê ji bo gihandina alîkariyan demildest şer û pevçûn bên rawestandin.
Di rapora Guterres a piştî biryara 2712 ku tenê rê dide alîkariyên mirovî û navberdana şer hatiye vetokirin diyar kir ku, ji ber bandora şer a li herêmeke berfireh li Xezzeyê, pêdivî bi rawestandina pevçûnan heye.
Herwiha hatiye ragihandin ku tevî dayîna kordînatan jî 125 binkeyên Ajansa Alîkariya Penaberên Filîstînê (UNRWA) jî hatine hedefgirtin û 308 filîstînî li wan deveran jî hatine kuştin.