Ji Hevpeymaniya Mekeyê daxuyaniya hevbeş: Biryarên Riyad û Stenbolê hatin pejirandin
PeyamaKurd - Rûniştina duyem a asayî ya Komîteya Siyaseta Stratejîk û Parastinê ya Hevpeymaniya Parastinê ya Mekeyê bi beşdariya berpirsên payebilind ên Tirkiye, Pakistan û Erebistana Siûdî li Îslamabada paytexta Pakistanê birêve çû.
Di daxuyaniya hevbeş a piştî civînê de hat ragihandin ku aliyan li ser domandina gotûbêjan ji bo bihêzkirina hevahengî û hevkariya di qadên berjewendiyên hevbeş de li hev kirine.
Di civînê de rewşa ewlehiyê ya herêmê hat nirxandin û sê welatan biryardariya xwe ya ji bo tevgerîna hevbeş a di berjewendiya aştî, ewlehî û aramiya herêmî de nû kirin, her wiha pêbendbûna bi armanc û prensîbên Peymana Parastinê ya Mekeyê ku parastina kolektîf, piştevaniya dualî û rêzgirtina li serweriya axa welatan dihewîne careke din hat tekezkirin.
Di daxuyaniyê de kêfxweşiya li hemberî gavên ji bo avakirina Sekretariya Giştî ya Hevpeymaniyê li Erebistana Siûdî hat anîn zimên û encamên civîna yekem a 31ê tebaxa 2026an a li Sterbolê û civîna awarte ya 5ê Mijdara 2026an a li Riyadê hatin pejirandin.
Aliyan tekezî li ser bihêzkirina hevkariya di pîşesaziya parastinê, pêşvebirina teknolojiya hevbeş, perwerde û zêdekirina şiyanên leşkerî de kirin da ku kapasîteya bersivdanê ya li dijî gefên herêmê bilind bikin.
Di dawiya daxuyaniyê de êrişên berdewam ên Hûsîyên alîgirên Îranê yên li ser Erebistana Siûdî hatin şermezarkirin û biryardariya ji bo parastina ewlehiya herêmê hat nûkirin.