Cîhan
Ji Hevpeymaniyê daxuyaniya Sûriye û Iraqê
PeyamaKurd - Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê ku bi serokatiya Amerîkayê hatiye avakirin ragihand ku ji Tebaxa 2014an heta Mijdara 2018an 31 hezar û 406 êrîşên esmanî li dijî DAIŞê hatine kirin.
Hevpeymaniya Navdewletî ku îlona 2014an bi seroktiya Amerîkayê û hevpeymaniya 79 welat û rêxistinên cîhanî hatiye avakirin, di raporta xwe ya dawî de eşkere kir ku di encama bombebarana balafirên wan de herwiha hezar û 139 sivîl jî bêyî ku bibin armanca êrîşan can dane.
Hevpeymaniya Navdewletî destnîşan kir ku wan ligel hevkar û şirîkên xwe yên li Iraq û Sûriyê kariye bi qasî 8 milyon welatiyan ji destê DAIŞê rizgar bikin û rûbera navçeyên di bin destê DAIŞê de daketiye %1ê.