TR KU SO
FB X
Cîhan

Ji hêzên Afgan operasyona Talîbanê: 2 ji wan fermandar, 10 kustî û birîndar

Admin H
Nivîskar
📅 07 rêbendan 2021 23:08

PeyamaKurd – Hêzên girêdayî hikûmeta Afganistanê, li dijî çekdarên Tevgera Talîbanê operasyonek encam da ku hat ragihandin 6 çekdarên Talibanê hatine kuştin û 4 jî birîndar bûne.

Berdevkê polîsê herêma Bagilan a li bakurê Afganistanê ragihand ku hêzên artêşa Afganî roja Çarşemê li dijî çekdarên Talîbanê operasyoneke paqijkirinê pêk anîn ku di encamê de, 6 çekdar hatin kuştin û 4 jî hatin birîndarkirin.

Hat eşkerekirin ku ji kuştiyên Talîbanê du kes di pileya fermandar de bûn.

Hê derbarê bûyerê de ji aliyê Talîbanê daxuyaniyek nehatiye dayîn.

Parve bike: