TR KU SO
FB X
Cîhan

Ji HUDAPARê pistgirî bo HEDEPê…

Admin H
Nivîskar
📅 31 cotmeh 2023 23:29

PeyamaKurd – Parlamenterê Batmanê yê Partiya Doza Azad (HUDAPAR) Serkan Ramanli, rexne li serokwekîlê MHPê Celal Adan kir ku li parlamentoyê dema mîkrofon asê bû sixêf û gotinên bê edebî li parlamenterên HEDEPê kiribû.

Serkan Ramanli li Parlamentoya Tirkiyeyê bal kişand ser rêzgirtina mirovan di pêwendiyan de û wiha axivî:

“Dibe ku em ji her kesî hez nakin, ne mecbûrin hez jî bikin. Lê rêzgirtin pîvana herî kêm a adabê ye. Ji xwe divê siyasetmedar hîn zêdetir hay ji gotin û uslûba xwe hebin. Çimkî siyasetmedar li pêş civakê ye. Loma jî îro li ser berteka mafdar a HEDEPîyan, em hêvî dikin di serî de MHP hemû partiyên din hay ji uslûbê xwe hebin. Parlamenter ne tenê bi navê şexsê xwe li vir in. Herwiha nûnerên milet in. Her çiqas em fikrên hev qebûl nekin jî divê em xwedî şiyana rêzgirtina di asta pêwendiyê de bin”

Parve bike: