TR KU SO
FB X
Cîhan

Ji Idlibê ber bi Tirkiyê ve tên!

Admin V
Nivîskar
📅 09 îlon 2018 12:47

PeyamaKurd- Piştî ku Rûsyayê dest bi bombebarana Idlibê kir, sivîl jî hêdî hêdî bajêr terk dikin. Êdî gel dizane ku şer heye û berê xwe didine Tirkiyê û tên.

Tirkiyê ji bo ku van penaberan bide sekinandin dîwarekî dirêj û bilind ava kir. Dîwar 564 km.yan dirêj e.

Li gorî agahiyan, penaberên ku ji ber bombebaranê direvin, bi trempêlên xwe têne heta cem navçeya Hatayê ya bi navê Altinozû û piştre jî di ser dîwêr re derbasî Tirkiyê dibin.

Gelê herêmê ji ber vê yekê aciz e û dîmenên penaberan li ser medyaya civakî parve dikin û vê geşedanê protesto dikin.

Heta niha walîtiya Hatayê hatina van penaberan qebûl nekiriye û hêzên ewlehiyê jî çapemeniyê ji herêmê dûr dixe.

Parve bike: