Cîhan
Ji Îranê bersiva Trump: Navê têkçûna nû kirin 'şerê aborî'
PeyamaKurd - Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Îranê Kazim Garîbabadî bersiva da daxuyaniyên Serokê DYAyê Donald Trump ên derbarê destpêkirina "şerê aborî yê dijwar" de.
Garîbabadî diyar kir ku Amerîka ji aliyekî ve îdia dike ku Îran di ber têkçûnê de ye, lê ji aliyê din ve ji bo tecrîdkirina Tehranê daxwaza alîkariyê ji hemû hevalbendên xwe dike.
Garîbabadî got ku hewldanên Washingtonê yên berê vala derketine û îdia kir: "Ew her car ji bo nixumandina şikestinên xwe, têkçûneke mezintir ji xwe re çêdikin. Şerê leşkerî bi kêr nehat, ji ber wê yekê jî niha navê tawana xwe ya nû kirine 'şerê aborî'."