Ji Îranê bersiva Trump: Telefonan şarj bikin, avê depo bikin
PeyamaKurd - Alîkarê Serokkomarê Îranê yê berê Mihemed Cewad Îsfehanî, li ser platforma medyaya civakî Xê bersiveke tund da daxuyaniya Donald Trump a derbarê "lêdana santralên elektrîkê yên Îranê" de.
‘Di nav 48 saetan de avê depo bikin’
Îsfehanî diyar kir ku geşedanên li Tengava Hurmizê Trump xistiye bin zextê û bang li gelê Îsraîl û welatên Kendavê kir: "Di nav 48 saetan de avê depo bikin û telefonên xwe şarj bikin."
Îsfehanî îdîa kir ku êrîşên muhtemel ên Îranê yên li ser binesaziyên Îsraîl û DYAyê yên li herêmê, dê Washingtonê bixe bin zexteke hîn girantir.
Ji aliyê din ve, Alîkarê Yekem ê Serokkomarê Îranê Mihemed Riza Arif jî derbarê mijarê de hişyarî da û got: "Êrîşeke li ser binesaziya Îranê, dê li seranserê herêmê bibe sedema qutbûneke berfireh a elektrîkê."
Trump çi gotibû?
Donald Trump derbarê Tengava Hurmizê de ku ji bo dabînkirina enerjiya cîhanê xaleke krîtîk e, bang li rêveberiya Tehranê kiribû û wiha gotibû: "Heke Îran di nav 48 saetan de Tengava Hurmizê bêyî gefan bi temamî veneke, DYA dê ji ya herî mezin dest pê bike û santralên elektrîkê yên Îranê bi erdê re bike yek."