TR KU SO
FB X
Cîhan

Ji Iraqê daxuyaniyeke nû li ser derxistina hêzên Amerîkî...

Admin H
Nivîskar
📅 14 rêbendan 2020 20:41

PeyamaKurd – Hikûmeta Iraqê ya ku niha bi awayekî demkî li ser kar e îro bi daxuyaniyekê ragihand ku ew ji biryara parlamenê ya derxistina hêzên Amerîkî ji Iraqê venagerin.

Di daxuyaniya Berdevkê Medyayî yê Serokwezîrtiya Iraqê Vilyam Verde de hat gotin, “Hikûmet ji biryara parlamenê ya bo derxistina hêzên Amerîkî û yên din ji Iraqê paşde gav navêje.”

Li ser rêkeftina Amerîka û Iraqê ya derbarê têkoşîna dijî DAIŞê de jî Berdevkê Serokwezîriya Iraqê got ku hikumetê ti peymaneke wiha îmze nekiriye.

Verde herwiha da zanîn ku biryara parlamenê ji bo derxistina hemû hêzên biyanî ye.

Serokê Amerîka Donald Trump li ser biryara parlamena Iraqê gotibû, heger Iraq mesrefên baregehên wan û leşkerên wan ên bi milyar dolaran bide belkî vekişin, lê niha bernameyeke Amerîka ya vekişîna ji Iraqê nîne.

Parve bike: