TR KU SO
FB X
Cîhan

Ji Îsraîlê êrîsa asmanî li ser Sûriyê

Admin H
Nivîskar
📅 02 tîrmeh 2023 12:20

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku şevê din Îsraîlê li ser Sûriyê êrîşeke asmanî pêk aniye û hin xalên li Humsê hatine armanckirin.

Li gorî zanyariyan, Îsraîlê ragihandiye ku piştî pekandina moşekan bi ser axa wan de, wan êrîşeke asmanî li ser hin xalên li Humsê pêk aniye.

Îsraîlê diyar kiriye ku moşekeke ji nav Sûriyê hatiye avêtin jî li ezman hatiye pûçkirin.

Ji aliyê xwe ve ajansa fermî ya Sûriyê SANAyê jî ragihandiye ku sîstema berevaniyê bersiva êrîşa asmanî ya Îsraîlê ya bi ser Humsê de daye.

Parve bike: