TR KU SO
FB X
Cîhan

Ji Îsraîlê êrîşeke dijwar li ser binesaziya leşkerî ya Îranê

Admin H
Nivîskar
📅 27 adar 2026 17:04

PeyamaKurd - Artêşa Îsraîlê îro înê 27ê Adarê ragihand ku ji doh bi şev ve hêzên wan êrîşên asmanî yên dijwar li dijî baregehên leşkerî yên li Tehranê pêk anîne.

Artêşê diyar kir ku di êrîşê de, bi dehan kargehên leşkerî, baregehên çêkirina çekan, cihên avêtina moşekan û alavên pergala moşekan hatine lêdan û di encamê de zirarên mezin li ser kapasîteya hilberandina rejîmê çêbûye.

Herwiha hate diyarkirin ku li baregehên perwerdekirina leşkerî, depoyên pergalên moşekên li dijî balafiran, baregeheke hilberandin û pêşxistina parçeyên sereke yên mûoşekên balîstîk, cihên çêkirina betariyên çekan û çekên Artêşa Pasdaran jî hatin ruxandin.

Li gorî artêşa Îsraîlê, hatiye tesbîtkirin ku hejmarek endamên pergala moşekên balistîk dema êrîşê ji baregeha leşkerî derdiketin û hatin tunekirin.

Parve bike: