TR KU SO
FB X
Cîhan

Ji Îsraîlê hişyariyeke nû bo xelkê Îranê: Ji wan deveran dûr bisekinin

📅 01 adar 2026 17:35

PeyamaKurd- Êrîşên Îsraîlê yên asmanî bi ser binke û baregehên pasdarên Îranê de du roja duyemîn de berdewam dikin. Îro 1ê Adarê li Tehranê û hin parêzgehên din gelek teqîn çêbûn.

Li aliyê din artêşa Îsraîlê bi belavkirina agahdariyekê ji xelkê sivîl yên taxa Cêy a Isfehanê xwest ku navend, jêrxanên asmanî û binkeyên rêjîmê li wir hene û hişyarî da ku bi lezgînî ji vê deverê derkevin û heta agahdarkirina bê, xwe ji çûna vê deverê biparêzin.

Artêşa Îsraîlê herwiha bi tekezî hişyarî da xelkê vê taxa bajarê Îsfehanê ku dê operasyoneke tund a serbazî li wir bi rê ve biçe û nexşeya vê deverê û cihên diyarkirî belav kir.

Parve bike: