Cîhan
Ji îstixbarata Amerîkayê raporeke krîtîk: Niyeta Tirkiyê...
PeyamaKurd – Saziya Îstixbarata Amerîkayê (USIC) di rapora “Nirxandina Xeteriyên Kurewî’ de derbarê Tirkiyê de nirxandineke balkêş kir.
Di raporê de hat ragihandin ku otorîterbûna seroktiya Tirkiyê pêwendiyên Tirkiye-Amerîkayê dixe xeteriyê û di beşa mijara Sûriyê de wiha hat gotin:
“Daxwazên Tirkiyê yên herêmî, bêbaweriya li Amerîkayê û otorîterbûna seroktiya Tirkiyê her diçe pêwendiyên me yên dualî dixe xeterê û niyeta Enqerê ya dijderketina armancên herêmî yên Amerîkayê bihêz dike.”
Di beşeke din a raporê de tê diyarkirin ku dê Tirkiyê di helwesta xwe ya wekî gefdîtin a YPG/HSD, PKK û FETOyê de berdewam be.