Cîhan
Ji Kazimî daxuyaniya ewlehiya hilbijartinê: Ez ê bixwe çavdêriyê bikim!
PeyamaKurd – Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî derbarê hilbijartinên pêşwext ên Parlamentoya Iraqê ku 10ê Cotmehê têne lidarxistin de, li ser ewlekariya dengdanê daxuyanî da.
Kazimî di civîna Encûmena Wezîran a Hikûmeta Iraqê de, got ku ew ê bi ti awayî destûra binpêkirinan nedin û ew ê bixwe jî çavdêriya ewlehiya sindoqan û dengdanê bike.
Serokwezîrê Iraqê herwiha diyar kir ku hikûmetê hemû berpirsiyariyên xwe ji bo hilbijartinan bicih aniye û hemû pêdiviyên Komîsyona Hilbijartinan hatine dabînkirin.
Kazimî herwiha got ku ew dê ji bo jin û zarokên di girtîgehan de yên derveyî tawanên terorê û ziyandana malê dewletê, efûyeke giştî derxe.