Cîhan
Ji Kenanî daxuyaniya Qerebaxê: Îran li bendê ye...
PeyamaKurd – Îranê li ser lihevkirina hikûmetên Azerbaycan û Ermenistanê li ser herêma Qerebaxê kêfxweşiya xwe anî ziman.
Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Nasir Kenanî ragihand, welatê wî ji ber lihevkirina nûnerên hikûmeta Azerbaycan û Ermenistanê li ser Qerebaxê bi kêfxweşî pêşwazî dike.
Kenanî jî Ajansa Tesnim a fermî ya Îranê re daye xuyakirin, "Îran ji ber rawestandina pevçûnan û lihevkirina hikûmeta Azerbaycan û nûnerên Qerebaxê kêfxweş bûye. Îran li benda wê yekê ye kêşe di çarçoveya yekparçebûna Komara Azerbaycanê û mekanîzmeyên aştiyê de bên çareserkirin.”