TR KU SO
FB X
Cîhan

Ji Konseya Ewropa banga berdena girtiyên siyasî li Tirkiyê

Admin H
Nivîskar
📅 02 nîsan 2020 21:52

PeyamaKurd – Raportorê Meclîsa Parlamentaran a Konseya Ewropayê Boriss Cilevics, bang li Tirkiye û Îspanyayê kir ku girtiyên siyasî serbest berdin.

Raportorê Konseya Ewropayê Boriss Cilevics, banga berdana girtiyên siyasî ji ber belavbûn û metirsiya vîrusa koronayê li herdu welatan kir û got ku ew biryarên gelek welatan ên berdana girtiyan bi sedema pandemiya coronayê bi êrênî pêşwazî dikin.

Cilevics wiha axivî: “Siyasetmedarên Katalanî yên ku ji ber referandûma 2017an li Îspanyayê hatine girtin û siyasetmedar, parlamentar û şaredarên li Tirkiyê hatine girtin, divê werin berdan.”

Parve bike: