TR KU SO
FB X
Cîhan

Ji Koreya Bakur gava Çîn û Rûsyayê!

Admin L
Nivîskar
📅 30 gulan 2023 13:00

PeyamaKurd Hat ragihandin ku Koreya Bakur di heyama pandemiyê de li ser xeta sînor a bi sedan kîlometreyî ya bi Çîn û Rûsyayê re tedbîrên ewlehiyê yên berfireh girtin.

Rêveberiya Koreya Bakur li ser xeta sînor a li bakurê welêt mekanîzmayeke mezin a ewlehiyê ava kir.

Li gorî lêkolîna Reuters û Enstîtuya Lêkolînên Navneteweyî ya Middlebury li ser wêneyên satelaytê, rêveberiya Kim Jong Un ku di heyama pandemiyê de dixwest xeta sînor bi Rûsya û Çînê re bigire, têl kişandin, dîwar lê kirin û qereqolên polîsan bi qasî 489 kîlometreyan li ser sînor ava kirin.

Gelê Koreya Bakur beriya xebatên xurtkirina li ser sînor xeta sînor weke firsendekê ji bo reva ji welat dît û li vir xebatên qaçaxçîtiyê jî berbelav bû.

Bi tedbîrên ku di demên dawî de hatin girtin, rêjeya derketina derve ya dijberên rêveberiya Koreya Bakur kêm bûye.

Parve bike: