TR KU SO
FB X
Cîhan

Ji Kremlînê daxuyaniya Idlibê û lutkeya çaralî

Admin H
Nivîskar
📅 23 sibat 2020 22:09

PeyamaKurd – Berdevkê Koşka Kremlîn a Rûsyayê Dmitriy Peskov, îro Yekşemê ragihand ku danûstandinên bo lutkeya çarqolî ya Rûsya, Fransa, Tirkiye û Almanyayê bo Idlibê berdewam dikin û Serokê Rûsya Pûtîn jî piştgiriyê dide wê lutkeyê.

Peskov got ku heger serokên her çar welatan bernameyên xwe saz bikin, dê lutke helbet pêk were û li ser rêkeftina Soçiyê jî Tirkiye bi binpêkirinê û bicih neanîna berpirsiyariyên xwe tawanbar kir.

Berdevkê Kremlînê herwiha got, “Li Idlibê çekên gelekî xeter dikevin destê terorîstan. Ev hemû kiryar jî nahêlin ku rewş asayî bibe.”

Parve bike: