TR KU SO
FB X
Cîhan

Ji Lubnanê 45 roketan avêtin Îsraîlê

Admin M
Nivîskar
📅 21 tîrmeh 2024 01:24

PeyamaKurd – Artêşa Îsraîlê ragihand ku ji Lubnanê 45 roketan avêtine Celîla Jorîn, Celîla Rojava û Girên Golanê. Roket bûn sedema derketina şewatê û tîmên îtfaiyê mudaxele kirine.

Artêş di ser hesabê xwe yê medya civakî Xê de bi nivîskî agahiyan da. Li gor agahiyan; 30 roket avêtine Girên Golanê, sîstema bergiriya hewayî hinek ji wan îmha kiriye û yên din ketine sehayên vala.

10 roket li Celîla Rojava ketine û 5 roket avêtine Celîla jorîn. Di avêtina roketan de wendayên canî çênebûye.

Parve bike: