Cîhan
Ji NASAyê hisyariya felaketê: Dibe em bibin sahid..
PeyamaKurd – Ajansa Feza û Hewayê yê Netewî ya Amerîkayê (NASA) ragihand ku yek ji xeteriya herî mezin a bo gerstêrka me lêketina meteorê ye.
Serokê NASAyê Jim Bridenstine destnîşan kir ku xeterîya ketine meteoran bo ser erdzemîna dinyayê heye.
‘DIBE NIFŞA ME ŞAHIDIYÊ BIKE’
Bridenstine li Washington DCyê di konferansekê de xeteriya ketina meteoran bi ser rûyê erdzemînê de bi bîr xist û got, “Dibe ku nifşa me şahidiya vê yekê bike.”
NASAyê ji bo gerstêrka me ji felaketeke wiha bê parastin bi qasî sarincekê bi navê DART amûrek çêkiriye ku her tişt di rê de biçe, dê ew amûr sala 2022yan ji bo beralîkirina rotaya astreodê bê bikaranîn.