TR KU SO
FB X
Cîhan

Ji NATOyê biryara Afganistanê

Admin H
Nivîskar
📅 15 tîrmeh 2020 23:26

PeyamaKurd - Welatên endamên NATOyê, gef li Talîbanê xwarin û ragihandin, heger aştî pêk neyê ew ji Afganistanê hêzên xwe venakişînin.

Welatên endamên NATOyê bi daxuyaniyekê ragihandin ku heger danûstandinên aştiyê yên di navbera aliyên Afganistanê de çênebin, ew ê ti rêkarên nû ji bo hebûna xwe ya leşkerî li Afganistanê nekin.

Hêjayî gotinê ye, doh Amerîkayê ragihandibû ku ew 5 baregehên xwe ji Afganistanê vedikişînin ku NATOyê jî piştî vê pêngava Washingtonê ev daxuyanî da.

Amerîkayê çend meh berê peymanek bi Talîbanê re îmze kiribû ku dîlan pev biguherin û rê li ber danûstandinên aştiyê vebin û şertê Talîbanê jî vekişîna hêzên biyanî ji nav welat bû.

Parve bike: