TR KU SO
FB X
Cîhan

Ji NATOyê daxuyaniya Idlibê û bangewazî li Rûsyayê

Admin H
Nivîskar
📅 12 sibat 2020 00:31

PeyamaKurd – Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg beriya Civîna Wezîrên Bervaniyê yên NATOyê ku li Brukselê tê lidarxistin û du rojan dewam dike, derbarê şerê li Idlibê diqewime de daxuyanî dan.

Stoltenberg bal kişand ser ku rewşa dawî ya Idlibê gelekî metirsîdar e û cihê nîgeraniyê ye û bang li Rûsya û rejîma Sûriyê kir dawî li êrîşan bînin.

Jens Stoltenberg got, "Ez bang li rejîma Esed û Rûsyayê dikim. Çimkî Moskow piştevaniya êrîşên rejîmê dike. Divê êrîşên Idlibê derhal bên rawestandin.”

Wî herwiha bal kişand ser krîza însanî û diyar kir ku bi sed hezaran kes neçar mane terka cih û warên xwe bidin.

Parve bike: