Cîhan
Ji Nexwesxaneya Zanîngeha Dîcleyê ji bo mesaja Erdogan daxuyanî hat: Me mesaj neavêtine
Duh kongreya AKPê ya Diyarbekrê bû. Hat îddîakirin ku Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê ji hinek karkerên xwe re mesaj rêkiribû û gotibû divê hûn beşdarî Kongreya AKPê bibin.
Duh qongreya AKPê ya Diyarbekrê hat lidarxistin û Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan jî beşdarî vê qongreyê bûbû. Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê ji 2000 karkerên xwe re yên ku bi taşeronan re dişuxulin, mesaj rêkiribû û gotibû “divê hûn beşdarî Kongreya AKPê bibin. Paşî jî ji bo ku hûn vê îddîaya xwe ispat bikin jî, divê hûn di qongreyê de wêneyekî xwe bikişînin û parve bikin.”
Li ser vê nûçeyê gelek bertek hatin nîşandan. Piştî van geşedanan Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê daxuyaniyek da û got ku “Ew mesaj, ne me avêtiye.