TR KU SO
FB X
Cîhan

Ji nivîsar Ihsan Eliaçik re 7.5 ceza dixwazin

Admin M
Nivîskar
📅 29 adar 2018 00:26

Dadgehên Tirkiyê ji cezayan têr nabin. Nivîsarê bi nav û deng Îhsan Eliaçık bi tohmeta ku propaganda PKK ê kiriye, heya 7.5 sal jê re ceza dixwazin.

Nivîsar bi sedema ku di ser înternetê de nivîsan nivîsandiye û tê de propaganda ya PKKê kiriye, jê re ceza tê xwestin.

Celsa dadgehê li 26.ya cezayê giran ya îstenbolê ye. Dozger fikra xwe bo dadgehê peşkeş kir. Di dosya dozger de tê gotin ku kolana xendeqan kiryareka bêguneh nîşan daye û hinek ji axa dewleta Tirkiyê weka Kurdistan binav kiriye.

Di celseya bê de belkî ji dosyayê hinek encam derên.

Parve bike: