TR KU SO
FB X
Cîhan

Ji Ocalan daxuyaniya destnivîsî: Îdîayên ser min komplo ne

Admin H
Nivîskar
📅 25 tebax 2026 18:26

PeyamaKurd - Rêberê PKKê Abdullah Ocalan bi rêya Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê derbarê yekem civîna Desteya Şopandin û Tespîtê ku di çarçoveya "Qanûna Xurtkirina Hevgirtina Neteweyî û Yekparebûna Civakî" de doh li Enqereyê hatibû li dar xistin û hinek îdîa û belgeyên li ser torên civakî bi destnivîsa xwe daxuyaniyek belav kir.

Ocalan di peyama xwe de got ku geşedan û biryardariya siyasî nîşana vîna xurt a pêvajoyê ye lê zext û îdîayên dawî provokasyon in. Mebesta Ocalan bi provokasyonê ew e ku li ser hin medyayan û medyaya civakî bi navê naveroka hevdîtinên wî yên ligel Şanda DEM Partiyê parvekirin hatibûn kirin.

Ocalan: Li dijî min komplo ye

Ocalan di daxuyaniya xwe de tekez kir ku hemû ew axaftin, belge, nav û girteyên ku li ser torên civakî û di medyayê de bi navê wî tên belavkirin dûrî rastiyê ne û got: "Hewldanên hinek derdoran ên ji bo astengkirina vê serdema dîrokî, li dijî min komployek e. Ev parvekirin tevgerên provokatîf in ku ji aliyê dijberên pêvajoyê ve tên kirin."

Ocalan her wiha bang li hemû aliyan kir ku bi hişmendî û hesta biratiyê nêzîkî vê pêvajoyê bibin daku aştiya civakî ava bibe.

Parve bike: