Ji Sarkozy re ji doza Lîbyayê 7 sal ceza dixwazin
PeyamaKurd – Serokê Fransayê yê berê Nicolas Sarkozy ji doza Lîbyayê tê darizandin. Dozger ji bo Sarkozy bi sedema gendeliyê û di hilbijartinê de ji ber di rêya ne rewa de pere bi dest xistiye û serf kiriye, 7 sal cezayê zîndanê jê re dixwaze, cezayê pere 300 hezar Avro û 5 sal jî qedexeya siyasetê dixwaze.
Sarkozy bi gendeliyê, damezrandina rêxistina sûc û bi dest xistina pere ji bo hilbijartinê tê sûcdar kirin.
Ji siyasetmedarên nêzî Sarkozy ji Claude Gueant re 6 sal cezayê zîndanê û ji Brice Hortefeux re 2 sal jê paşdexistin bi temamî 4 sal ceza tê xwestin.
Dozger, her weha ji bo kesê tê gotin serê tora gendeliyê ye û di navbera Lîbya û Fransayê de çûye hatiye, ji bo Bechir Saleh û Alexandre Djouhri jî 6 sal cezayê zîndanê û 4 milyon Avro cezayê pere dixwaze.