Cîhan
Ji Scholz daxuyaniya Tirkiyeyê: Em dixwazin derfetên nû bikar bînin…
PeyamaKurd – Serokwezîrê Almanya Olaf Scholz, di Lutkeya Yekîtiya Ewropay (YE) de, da xuyakirin ku ew dixwazin piştî hilbijartinên Tirkiyeyê derfetên nû yên hevkariyê bikar bînin û biryar li ser vê yekê hatiye dayîn.
Scholz, di lutkeya du rojî ya Brukselê de li ser pêwendiyên ligel Tirkiyeyê got: Zirvede “Em dixwazin piştî hilbijartinan, derfetên nû yên hevkariyê bi Tirkiyeyê re bikar bînin.”
Scholz diyar kir ku ji bo vê wan ji Komîsyona YEyê û Nûnerê Bilind daxwaz kiriye, ji bo pêşxistina pêwendiyên ligel Tirkiyeyê pêşniyazan bike.
Herwiha Sholz da zanîn ku di lutkeyê de li ser mijara Kibrisê jî axivî ne û hêvî dikin, ji bo mijara Kibrisê jî lez bê kirin.