TR KU SO
FB X
Cîhan

Ji senatoran banga Qerebaxê li Biden: Alîkariyên leskerî bo Azerbaycanê rawestîne

Admin H
Nivîskar
📅 13 mijdar 2020 21:39

PeyamaKurd – Senatorên Amerîkî yên endamên kongresê Adam Schiff, Frank Pilon û Jackie Spear bi nameyekê bang li serokê hilbijartî yê Amerîkayê Joe Biden kirin, bi sedema şerê Qerebaxê û pêkhatina karesata mirovî alîkariyên leşkerî yên bo Azerbaycanê rawestîne.

Di nameyê de hatiye gotin; “Ermenistan agirbesta bi navbeynkariya Rûsyayê li ser hesabê windahiyên mezin qebûl kiriye, da ku komkujiyên komî li dijî sivîlan pêk neyên. Şerê ku Azerbeycanê bi piştevaniya Tirkiyê û çekdarên biyanî kiriye bûye sedema karesateke mirovî.”

Endamên kongresê dibêjin, divê rêveberiya Amerîkayê ya nû alîkariyên leşkerî ji Azerbeycanê re yên ku di du salên borî de gihîştiye zêdetirî 100 milyon dolaran rawestîne.

Senatoran herwiha di nameyê de daye xuyakirin ku divê danûstandinên koma Minsk ya girêdayî Rêxistina Ewlehî û Hevkariyê ya Ewropayê, ji nû ve dest bi kar bike û ji bo diyarkirina çarenivîsa rewşa Qerebaxê rolekî bilîze.

Parve bike: