TR KU SO
FB X
Cîhan

Ji Sûriyê 2 roket avêtin axa Îsraîlê

Admin M
Nivîskar
📅 25 cotmeh 2023 03:57

PeyamaKurd – Artêşa Îsraîlê ragihand ku ji axa Sûriyê 2 roket avêtine axa Îsraîlê. Li gor ragihandina artêşa Îsraîlê; li Golanê sîrenên hawarê lê dane. Artêş nivîskî ragihand ku her dû rokwet ketine araziyê vala û ciyê ku roket jê hatine, artêşa Îsraîlê bi topan li wan deveran xistiye.

Li aliyê dinê, li Sûriyê li bajarê Dêrezorê û bajarê Hasekiyê li seha petrolê ya Omer û navça Şeddadî ya ku baregehên Amerîkayê lê ne, êrîş birine ser baregehên Amerîkayê. Di êrîşan de roket li der û dor ketine lê di babeta wendahiya can de, ti agahî tine.

Parve bike: