TR KU SO
FB X
Cîhan

Ji Tirkiyê daxuyaniya serdana Moskowê

Admin S
Nivîskar
📅 23 rêbendan 2019 18:06

PeyamaKurd – Beşa Ragihandinê ya Serokomariya Tirkiyê derbarê serdana Serokmarê Tirk Recep Tayyip Erdogan bo Moskowê daxuyaniyek weşand.

Serokê Beşa Ragihandina Serokomariyê Fahrettîn Altun di daxuyaniyê de got, Erdogan îro bi Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn re li ser geşedanên dawî yên Sûriyê, pêwendiyên Rûsya-Tirkiye û pirsgirêkên herêmê hevdîtinekê pêk tîne.

Altun diyar kir, Tirkiye ne tenê li hemberî her cure terora li Sûriyê têdikoşe, herwiha ji bo çareseriya siyasî ya krîzê jî ji serî ve di nav xebatê de ye.

Altun got, "Yekparçeyiya Sûriyê û îstiqrara siyasî, daxwazên serekî yên Tirkiyê ne. emê xebatên li ser vê mebestê berdewam bikin.”

Parve bike: