TR KU SO
FB X
Cîhan

Ji Trump peyama gefê bo Îranê: Bêdengiya berî firtoneyê

Admin H
Nivîskar
📅 17 gulan 2026 09:21

PeyamaKurd - Serokê Amerîkayê Donald Trump, di demeke ku rageşiya serbazî û siyasî ya navbera Washington û Tehranê her ku diçe bilindtir dibe de, li ser hesabê xwe yê medya civakî parvekirineke pir balkêş kir.

Trump di vê parvekirinê de wêneyekî ku bi hişê çêkirî (AI) hatiye çêkirin bikar anî, ku tê de li pişt wî keştiyên şer ên bi alaya Îranê di nav deryaya firtoneyî de bi pêş ve diçin.

Di wêneyê Trump de, "Ev, bêdengiya beriya firtoneyê bû" (This was the calm before the storm) hate nivîsîn.

Îdiayên êrîşên nû yên li ser Îranê

Ev parvekirina tund a Trump di demekê de hat ku di medyaya Amerîkayê de nûçe û îdiayên ku dibêjin agirbest ber bi dawiyê ve diçe û operasyonên leşkerî yên li dijî Îranê dê di demeke pir nêz de ji nû ve dest pê bikin.

Hêjayî gotinê ye, ev pravekirina Trump wekî amadekariyekê ji bo qonaxeke nû ya êrîşan û şerekî fîzîkî û psîkolojîk ê giran tê nirxandin, ku ev yek nîşan dide Enqere, Washington û Tehran li ser eniyên sînor rûbirûyî rîskên nû yên mezin dibin.

Parve bike: