TR KU SO
FB X
Cîhan

Ji Trump surprîza namzediya seroktiyê

Admin H
Nivîskar
📅 13 mijdar 2022 19:38

PeyamaKurd – Piştî hilbijartinên nîvdemî yên Amerîkayê ku 8ê Mijdarê dengdan li ser hat kirin, derbarê namzediya serokê berê yê Amerîkayê Donald Trump de daxuyanî hat dayîn.

Şêwirmendê Trump, Jason Miller ragihandiye ku wê Donald Trump ji bo hilbijartinên seroktiya Amerîkayê yên 2024an namzediya xwe eşkere bike û careke din xwe biceribîne.

Trump, beriya hilbijartinên nîvdemî li Florîdayê gotibû, ew dê 15ê Mijdarê ‘ragihandineke mezin’ bike.

Herwiha piştî ku Komarî serkeftineke li gorî dixwestin bidest nexistin jî ji tîma Trump jê hatibû xwestin, wê ragihandina xwe paş bixe.

Hêjayî gotinê ye, di hilbijartinên 8ê Mijdarê yên senatoya Amerîkayê de, hevsengî neguherî û Demokratan 50 endamên senatoyê garantî kirin ku bi dengê Cîgira Serokê Amerîka Kamala Harrison jî di derxistina yasa û biryaran de dikevin pêşiya Partiya Komariyan.

Parve bike: