TR KU SO
FB X
Cîhan

Ji Trump û McGurk daxuyaniyên têkosîna DAISê...

Admin S
Nivîskar
📅 12 berfanbar 2018 14:26

PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Donald Trump li Koşka Spî ya Amerîkayê derheqê rewşa dawî ya têkoşîna dijî DAIŞê li Sûriye û Iraqê got, “Me li dijî DAIŞê karekî mezin kiriye. Li wê herêma dinyayê hejmara wan pir kêm maye û di nav 30 rojan de yek ji wan namîne.”

Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê di Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê de, Brett McGurk jî di civîna Wezareta Derve de daxuyakirin, ji hêla leşkerî ve dawiya têkoşîna dijî DAIŞê hatiye û got, “Pêwîste em ji bo berdewamiya serkeftinan û avakirina hêzên ewlekariyê bo wan deveran piştrast bin.”

Trump jî di merasîma îmzekirina yasaya parastina kêmîneyên li Iraq û Sûriyê de, li ser têkoşîna dijî DAIŞê diyar kir, Amerîkayê ji roja pêşî ve têkoşîneke biryardarî li hember wê rêxestinê daye û wiha axivî: “Me li dijî DAIŞê karekî mezin kiriye. Li wê herêma dinyayê hejmara wan pir kêm maye û di nav 30 rojan de yek ji wan namîne.”

Parve bike: