TR KU SO
FB X
Cîhan

Ji Xamaney daxuyaniya êrîsa Kirmanê: Wê berdêlên giran bidin!

Admin H
Nivîskar
📅 05 rêbendan 2024 22:21

PeyamaKurd – Rêberê olî yê Îranê Ayetullah Elî Xamaney derbarê êrîşa 3yê Çileyê ya li Kirmanê ku zêdetirî 100 kesan can da û nêzî 300 kes jî birîndar bûn de daxuyanî da.

Xamaney li ser êrîşa ku DAIŞê berpirsiya wê li xwe girtiye got, ew ê bersiveke tund bidin berpirsyarên êrişê û wiha pê de çû: “Dijminên gelê Îranê careke din bûn sedema trajediyê û hejmareke zêde mirov şehîd bûn. Sûcdaran xwe li mirovên ku rêzê nîşanî Qasim Suleymanî dan, ranegirtin. Divê bê zanîn şopdarên rêya Suleymanî wê bêdeng nemînin û bersiveke tund bidin û wê sûcdar berdelên giran bidin.”

Li aliyê din Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî jî piştî teqînan ragihandiye: “Ez rejîma Sîyonîst hişyar dikim. Qet gumana we nebe ji bo vî sûcî û sûcên din yên ku we kirin û hûndê berdêlan bidin û poşman bibin.”

 Hêjayî bibîrxistinê ye, Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê derbarê wê êrîşê de diyar kiribû ku bi ti awayî pêwendiya wan û destê Îsraîlê di êrîşê de nîne.

Parve bike: