Jimara gitî û mehkûmên li Tirkiyê aşkera kirin
PeyamaKurd –Di komisyona jêr ya meclisa Tirkiyê de rêjeyên zîndanan hat ragihandin. Rêvebirê giştî yê zîndanên Tirkiyê Çelebi Yılmaz di komisyona têkil ya meclisê (TBMM) de agahiyan da. Çelebi ragihand ku di zîndanên Tirkiyê de ji 426 hezarî zêdetir girtî hene.
Yılmaz, behsa tijebûna zîndanan, xizmetên tenduristiyê yên didin zîndaniyan û bikaranîna avê ya di zîndanan de kir.
Yılmaz, behsa rêjeyan kir û got ku ji 426 hezar girtiyan %15ê wan girtîne yanî yên dadgehan hêj ceza nedane wan û %85ê wê kesên ku dadgehan ceza dane wan û gotina ku livînên zîndanan jî têra zîndaniyan nake qebûl nekir.
Li ser xizmeta tenduristiyê ya ji bo zîndaniyan Yılmaz got ku di gelek zîndanan de hekîmên malbatê kar dikin û got:
“Dema nexweşan dişînin meqamên jortir, gelek bilez dixebitin. Eger pêdivî bi çûna meqamekî jortir hebe hekîmê malbatê biryarê dide û em nexweş dişînin navenda herî nêz ya tenduristiyê.”
Yılmaz li ser ava zîndanan jî ragihand ku rojane ji bo her girtî û mehkûmê zîdanê 50 lître ava germ û 150 lître ava sar didin wan.